PKKê 2 otombîlên artêşa Tirkiyê teqandin

K24 – Navenda Nûçeyan

2 otombîlên leşkerî yên artêşa Tirkiyê ku sînor dabezandibûn, li sînorê navçeya Batîfa ya ser bi Zaxoyê ve ji aliyê hêzên PKKê ve teqandin.

Peymanêrê K24ê li Zaxo ragihand, îro hêzên PKKê li gundê Zirîze ya li navçeya Batîfa û bi riya TNT 2 otombîlên leşkerî yên Tirkiyê teqandin.

Fermandarê Paswanên Sînor yê ser bi artêşa Iraqê ve Eqîd Dilêr Zêbarî ji K24ê re got: “Di encama teqandina her du otombîlên leşkerî yên Tirkiyê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Got jî, wergêrê bi navê Îbrahîm Oreyî ku ligel wê hêza Tirkiyê bû, birîndar bû û her du otombîl jî hatin jinavbirin.

PKKê 2 otombîlên artêşa Tirkiyê teqandin
PKKê 2 otombîlên artêşa Tirkiyê teqandin
PKKê 2 otombîlên artêşa Tirkiyê teqandin