Piştî Siûdiye, Îmarat jî dibêje: Esed dimîne

Îmarata Erebî daxwaz ji çend welatên Ewropî û Amerîka dike, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed di desthilatê de bimîne û piştevaniyên xwe ji bo opozîsyona Sûriyê jî kêm bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îmarata Erebî daxwaz ji çend welatên Ewropî û Amerîka dike, ku Serokê Sûriyê Beşar Esed di desthilatê de bimîne û piştevaniyên xwe ji bo opozîsyona Sûriyê jî kêm bikin.

Ajansên ser bi opozîsyona Sûriyê bekav kirine, Îmareta Erebî daxwaz ji Washingtonê kiriye ku piştevaniya xwe ji bo opozîsyona Sûriyê kêm bike û kar ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed bike bi merca dûrxistina wî ji Îranê.

Herwiha Îmarata Erebî gotiye, ku pirania opozîsyona Sûriyê niha di destê hêzên teroristî de ne. li gor wê ajansê ku dibe daxwaza Îmarata Erebî ji aliyê Siûdiyê ve hatibe qebûlkirin.

Duh jî hate belavkirin ku, Wezîrê Derve yê Siûdiyê Adil Cubêr ji Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyonê re gotiye, Beşar Esed dê di qonaxa veguhastina siyasî de dimîne.

Herwiha daxwaz ji opozîsyonê kiribû ku pêwîst e Desteya Bilind a Danûstandinan li bijardeyên din bigerin û helwestekê bigirin ku Beşar Esed di qonaxa bê de bimîne.