Dersim dişewite!

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi egera şerên di navbeyna gerillayên PKK û Artêşa Tirkiye de, li devera Dersim a bakurê Kurdistanê, şeş cîhên cuda yên daristanên Dersimê d agir bi wan ketiye û bêkontrol ev agir xwe berfereh dike.

Ligor çavkaniyên herêmî tu hewldan jî, ji bo vemrandina agir nayê kirin. Hevwelatiyên deverê ji vê rewşê gelek dilgiran in, lê nikarin gazinên xwe bigihînin tu aliyekî.

Ji aliyê xwe ve Waliyê Dersimê daxûyaniyek belavkir, ku tê de ragihand: di herêmê de şer heye, bi vê egerê dibe ku agir bi hin cîhan ketibe, lê ê hin wêneyên ku li medyaya civatî de tên belavkirin, tu rastiya wan li gel Dersimê nî ne.

Ji Dersimê agahdarî tên, ku hevwelatî bi xwe ji bo vemrandina agirên daristanan seferber bûn e.