Li Iraqê 2 leşkerên Amerîk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Iraqê 2 leşkerên Amerîkî hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
Artêşa Amerîka di daxuyaniyekê de nûçeya kuştina 2 leşkerên wê û birîndarbûna 5 leşkerên din ragihand.
Li gor zanyariyên daxuyaniyê, ew leşker di encama bûyerekê de hatine kuştin û birîndarkirin.
Ajansa “Reuters” belav kiriye, artêşa Amerîka ew jî diyar kiriye, ku kuştin û birîndarbûna wan leşkeran pêwendiya wan bi ti rûbirûnekê bi dijmin re tune ye.
Daxuyaniya artêşa Amerîka ragihandiye jî, lêkolîn derbarê sedemên kuştin û birîndarbûna wan leşkeran de dest pê kiriye.
Hevdem malpera “RT Erebî” belav kiriye, ew leşkerên Amerîkî di encama bûyereke leşkerî de hatine kuştin û birîndarkirin.