Macron ji Erdogan daxwaz kir rojnamevanê Frensî were berdan

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi riya telefonê digel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoganî axivî.

Macron ji Erdogan daxwaz kiriye ku rojnamevanê Frensî Loup Bureau yê ku berî niha li Tirkiyê hatibû girtin, were berdan. Macron got, ew ji girtina welatiyê xwe nîgeran in û hêvî dikin di zûtirîn dem de vegere mala xwe.

Hat ragihandin, Erdogan û Macron lihevkirin ku hefeteya bê careke din li ser mijarê gotûbêj bikin.

Rojnamevanê Frensî Loup Bureau li deriyê sînor ê Xabûrê dema dixwest biçe Kurdistanê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Piştî dadgehkirinê di 2ê Tebaxê de jî li Şirnexê hatibû zindanîkirin.