Weysî hûrgiliyên teqîna komgeha Zêrevanî aşkere dike

Di pêdeçûna K24ê derbarê teqîna komgeheke hêzên Zêrevanî li Hewlêrê, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî hûrgiliyên wê bûyerê aşkere dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêdeçûna K24ê derbarê teqîna komgeheke hêzên Zêrevanî li Hewlêrê, Fermandarê Hêzên Zêrevanî Ezîz Weysî hûrgiliyên wê bûyerê aşkere dike û radigihîne, wan biryar daye, hemû teqemeniyên ji destkeftên şerê DAIŞê, jinav bibin.   

Fermandarê Hêzênên Zêrevanî Ezîz Weysî ji K24ê re ragihand, şeva borî agir bi du enbarên teqemeniyan ket, ku ew destkeftên Pêşmerge di şerê DAIŞê de bûn, cure TNT yên wan teqemeniyan ne standart bûn û ji ber pileya germê, agir bi wan ket.

Derbarê duberenebûna wê bûyerê de, Weysî got: “Ji ber ku ew teqemenî ne me yên taybet in û metrisiya wan hene û em tu sûdê jê wernagirin, me biryar da hemû teqemeniyên di şerê li dijî DAIŞê ketine destê Pêşmerge, bêne jinavbirin.”

Şerva borî komgeheke hêzên Zêravanî li derdora Hewlêrê teqiya û liger fermandarên leşkerî û dezgehên ewlekariyê, ew teqîn ne ji ber karekî teroristî bû û ti ziyaneke canî ji ancama wê bûyerê de derneket.