14 vê mehê perlemantoya Kurdistanê dicive

Biryar e 14 vê mehê perlemana Herêma Kurdistanê bê aktîvkirin û gotûbêjên (PDK) û (YNK) ligel aliyên siyasî berdewam in, daku hemû alî beşdar bin di aktîvkirina perlemantoyê de.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêrê

Biryar e 14 vê mehê perlemana Herêma Kurdistanê bê aktîvkirin û gotûbêjên (PDK) û (YNK) ligel aliyên siyasî berdewam in, daku hemû alî beşdar bin di aktîvkirina perlemantoyê de.

Herweha biryar e di yekem civîna perleman de, perlemanterê temenê wî herî mezin e, civînê birêve bibe.

Serokê firakisyona (PDK) di perlemantoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw de tekez kir, ku di yekem civîn de wê pirsa referandûmê û serxwebûna Kurdistanê bê gotûbêjkirin.

 Ji aliyê xwe ve, perlemanterê (YNK) Seîd Mesîfî diyar kir, ku biryar nehatiye dayin (PDK) û (YNK) bi tena sere xwe perleman aktîv bikin, lê pirojeyek ji bo aktîvkirina perleman heye û her kes dikare beşdarî wî pirojeyî bibe.