Nijadperestên Tirk êrîşî cenaza diya Cigîra Hevseroka HDPê kirin

Komeka nîjadperestên Tirk êrîşî rêwresma veşartina dayika Cigîra Hevseroka HDPê Aysel Tuglukê kirin û tarmê dayika Tugluk ji gorê hate derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komeka nîjadperestên Tirk êrîşî rêwresma veşartina dayika Cigîra Hevseroka HDPê Aysel Tuglukê kirin û tarmê dayika Tugluk ji gorê hate derxistin.

Dayika Aysel Tugluk, Hatun Tugluk duh koça dawî kiribû. Aysel Tuglukê ku ev 8 meh in zindankirî ye, ji rêvebriya Girtîgehê destûrek taybet wergirt û tevlî rewresma veşartina dayika xwe bû. Hejmarek zêde parlementer û rêveberên HDPê jî di rewresmê de amade bûn û dayika Tugluk li Enqereyê Goristana Golbaşiyê hate veşartin.

Lê di dema veşartinê de komek nîjadperstên Tirk êrîş kirin û dirûşmên wekî “Ev der goristana Tirkan e, lê ne ya ermenî û elewîyan e” bilind kirin.

Li ser vê yekê tarmê dayika Aysel Tugluk ji gore hate derxistin û dê îro li Bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê were veşartin.