Necmedîn Kerîm: Desthelata Ebadî li ser parêzgeha Kerkûkê nema ye

Necmedîn Kerîm: “Biryara perlemana Iraqê derbarê jikardûrxistina parêzgar ne destûrî ye û binpêkirina sîstema navxwe ya perleman e.

K24- Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di konfiransekî rojnamevanî de ragihand: “Biryara perlemana Iraqê derbarê jikardûrxistina parêzgar ne destûrî ye û binpêkirina sîstema navxwe ya perleman e.

Kerîm tekez kir, ku desthelata serokwezîrê Iraqê li ser parêzgeha Kerkûkê nema ye û got: “Di çend rojên dahatî de, emê çendîn tedbîran ji bo redkirina biryara perlemana Iraq li Kerkûkê bistînin.”