KCD dewletên gef li Herêma Kurdistanê kirine şermezar dike

KCD: “Em hevkarê xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Wekî gelên hemî cîhanê Kurd jî dikarin mafê xwe yê çarenivîsê bidestxîne û ev mafekî rewa û siruştî ye.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) encamnameya kongirê xwe ku 2 roj berê li Diyarbekirê lidar xistibû eşkere kir û derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê got: “Em hevkarê xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Wekî gelên hemî cîhanê Kurd jî dikarin mafê xwe yê çarenivîsê bidestxîne û ev mafekî rewa û siruştî ye.”

KCD dewletên ku gef li Herêma Kurdistanê kirine bi tundî şermezar kir û got: “Em bawer dikin ku di encama referandomê de, wê xelkê Başûrê Kurdistanê irade û biryareke xurt nîşan bide û ew biryar jî dê xizmeta yekîtiya netewî bike.”

Duh jî Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê gotarek nivîsandibû û banga rêzgirtin û piştgirîkirina referandomê kiribû.