Perlemana Tirkiyê li ser pirsa referanduma serxwebûna Kurdistanê dicive
K24- Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyê Mistefa Alitaş ragihand, roja Şemiyê wê Perlemana Tirkiyê civîneke neasayî lidar bixe.
Mistefa Alitaş got: “Mijara sereke ya civînê wê gotûbêjkirina referanduma bakurê Iraqê be.”
Navhatî diyar kir, ku ewê di wê civînê de helwesta Perlemana Tirkiyê beramberî wê pirsê bi awayekî fermî bidin xuyakirin.