“Piştî referandûmê, Amerîka li serxwebûna Kurdistanê mukir tê”

Dîplomatkar û Balyozê berê yê Amerîka li Kroatia Peter Galbraith radigihîne, ti hewlet ji bo paşxistina referandûma serxwebûnê biser nakeve, ji ber ku tenê çend ji wê re mane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dîplomatkar û Balyozê berê yê Amerîka li Kroatia Peter Galbraith radigihîne, ti hewlet ji bo paşxistina referandûma serxwebûnê biser nakeve, ji ber ku tenê çend ji wê re mane.

Peter Galbraith ji dengê Amerîka re ragihand, heger serkirdayetiya Kurd referandûmê bipaş bixe, dê rastî şepêleke nerazîbûnê ya mezin ji aliyê gelê xwe ve bê.

Ew dîplomatkarê Amerîkî got jî, nabe cîhan li benda paşxistina referandûmê bimîne, ji bo guftûgokirina li ser destûrekî bê kirin, ku Bexdayê bixwe binpê kiriye.

Peter Galbraith dibêje, “Her dema welatekî nû ava dibe, Amerîka dijayetiya wê dike, niha jî her wiha ye. Li dijî hilweşandina Yekîtiya Sovyêt bû, li dijî hilweşandina Yugoslavia bû, her dema Kurd referandûma serxwebûna bike, çaverê dikim Amerîka lê mukir bê.”