Şandeke Baroya Diyarbekirê çavdêriya referandûmê dike

Şandeke Baroya Diyarbekirê ji bo çavdêriya referandûma serxwebûna Kurdistanê bike, gihêşte Hewlêrê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Baroya Diyarbekirê Ahmed Ozmen ji K24ê re ragihand, şandeke Baroyê ku ji 17 kesan pêk tê îro hatin Hewlêr ji bo çavdêriya referandûma serxwebûna Kurdistanê bike. 5 endam ji wê şandê di lîsa Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsê hatine tomar kirin. 12 kesên din jî wek parêzer dê bi erkê xwe rabin.”

Ozmen got: “Ji bo hilbijartin û referandûm bên kirin, şer û mercên wê yên navdewletî hene, armanca me jî ew e, ev referandûm li gor wan mercan bi rê ve diçe, yan ne. Me wek Baroya Diyarbekirê Standardek amade kiriye, emê jî li gor standartê çavdêriya xwe bikin û piştre emê raporta xwe ji raya giştî re parve bikin.”

Ozmen amaje bi wê kir, ku ewê li hemû parêzgeh, navçe û navendên dengdanê, çavdêriya pêvajoya referandûmê bikin.

Derbarê helwesta Tirkiyê a derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Serokê Baroya Diyarbekirê amaje bi wê kir, di salên dawî de pêwendiyên dostane di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê hebû, em jî daxwaz ji her du aliyan dikin, ev pêwendiyên dostane berdewam bibin û hên baştir bibin.