Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistan tenê mafekî xwe yê dîmokratî bicî dike

Mesrûr Barzanî: “Gelê Kurdistan tenê mafekî xwe yê dîmukrtî bicî dike, dema encamdana referandumê ti bandora nerênî li ser rewşa navçeyê çênake, ji ber ku ewê bibe faktereke aramiyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li perlemantarê Kurd yê Birîtanya Nedîm Zehawî kir û di civînê de herdu aliyan nerînên xwe derbarê dawîn pêşveçûnên siyasî û serbazî û referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.

Mesrûr Barzanî derbarê referanduma serxwebûnê ragihand: “Gelê Kurdistan tenê mafekî xwe yê dîmukrtî bicî dike, dema encamdana referandumê ti bandora nerênî li ser rewşa navçeyê çênake, ji ber ku ewê bibe faktereke aramiyê.

Herweha tekezî li ser giringiya diyalogê piştî referandumê li gel Bexdayê kir ji bo rêketin li ser pirsên hevbeş û danîna mîkanîzmekê wek du cîranên baş.

Perlemantarê Birîtanya ji partiya Parêzgaran Nedîm Zehawî, tekezî li ser rewatiya daxwazên gelê Kurdistan kir û ragihand: “Peyama min ji bo hemû gelî Kurd ew e, ku pêwîst e hevgirtî be, ji ber ku take riya serketina Kurdistan di yekîtiyê de ye.”