Welîd Canpûlad: Pêwîst e ji bo referandumê diyalog bê kirin neg dorpêç

Canpûlad:"Piştî ku referandum li Herêma Kurdistanê hat kirin, wê baştir be li şûna dorpêçê diyalog bê kirin, ji bo herdu alî nekevin lîstika netewan ku ji hemû aliyan re wêraniyê çêdike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Pêşverû ya Sosyalîsta Lubnanê û rêberê Dirziyan Welîd Canpûlad, li ser akawnta xwe ya tiwiterê nivîsiye: "Piştî ku referandum li Herêma Kurdistanê hat kirin, wê baştir be li şûna dorpêçê diyalog bê kirin, ji bo herdu alî nekevin lîstika netewan ku ji hemû aliyan re wêraniyê çêdike.

Welîd Canpûlad, kesatiyeke siyasî û serkirdeyekî navdar e li Lubnanê, ji bilî ku wî berî niha serdana Herêma Kurdistanê kiriye, gellek caran jî ragihandiye ku ew bi koka xwe Kurd e.

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ku roja 25/9/2017an birêve çû, hejmareke berbiçav ji serkirde û azadîxwazên cîhanê piştevaniya xwe ji bo mafê rewa yê gelê Kurdistanê dan xuyakirin û daxwaza piştevaniyê ji bo serxwebûna Kurdistanê kirin.