Hikûmeta Îranê nivîsgeha Kurdistan24ê li Taranê girt

Îro Çarşemê 27/9/2017an, hikûmeta Îranê biryar da nivîsgeha dezgeha Kurdistan24ê ya ragihandin û lêkolînan li Taranê bigire.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Çarşemê 27/9/2017an, hikûmeta Îranê biryar da nivîsgeha dezgeha Kurdistan24ê ya ragihandin û lêkolînan li Taranê bigire.

Li gorî biryarê ku ji aliyê wezareta Irşada Îranî ve hatiye derxistin, girtina nivîsgeha Kurdistan24ê, bi sedema rewşa niha ya Kurdistanê ye.

Ev biryara Taranê beramberî Kurdistan24ê, piştî du rojan ji rawestandina weşana kenala K24 li ser setelayta Turksat ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hat.

Nivîsgeha Kurdistan24ê, di sala 2016an de li Taranê dest bi kar kir, tevî ku gellekî karê wê dihat sînordarkirin.

Tevî hemû zehmetiyan jî, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser Perlemana Îranê û mezargeha Îmam Xumeynî li Taranê, Kurdistan24ê karî bi awayekî zindî û pirofişînal bûyeran veguhêze û bibe jêdereke serekî ji medya cîhanî re û ji hejmarek kenalên Îranî re jî.

Li ser vê mijarê rêvebirê giştî yê Kurdistan24ê Nûreddîn Weysî di daxuyaniyekê de ragihand: "Cihê mixabiniyê ye, ku hikûmeta Îranê ew biryar daye û tevî ku ji destpêka karê me ve, rêgirî û kêşe û astengî hebûn, lê ne ew astengiyana û nejî  girtina nivîsgeha Kurdistan24ê, ewê nebin sedem ku em bi awayekî neprofişînal rûmala bûyerên Îran bikin".