Turkish Airlines: Seferên me dom dikin

Şîrketa Rêyên Esmanî yên Tirkiyê (THY) ragihand ku, seferên wan ên Kurdistanê ji bo Hewlêr û Silêmaniyê dom dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şîrketa Rêyên Esmanî yên Tirkiyê (THY) di daxûyaniya xwe ji Ajansa Reuters re ragihand ku, seferên wan ên Kurdistanê ji bo Hewlêr û Silêmaniyê dom dikin.

THY diyarkir ku, ew dengoyên derketine û dibêjin seferên me hatine rawestandin ne rast in. Seferên me ji bo Hewlêrê û Silêmaniyê jî dom dikin.Hemû seferên me wekî hatine plankirin pêk tên.