Medyayên Erebî û navdewletî behsa girtina nivîsgeha Kurdistan24ê li Taranê dikin

Nûçeya girtina nivîsgeha kenala Kurdistan24ê li Taranê bûye cihê bayixdana medyayên cîhanê û medyayên Erebî romala pirsa girtina nivîsgehê vedigerînin birêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçeya girtina nivîsgeha kenala Kurdistan24ê li Taranê bûye cihê bayixdana medyayên cîhanê û medyayên Erebî romala pirsa girtina nivîsgehê vedigerînin birêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistanê.

Îro Çarşemê 27ê Îlonê, hikûmeta Îranê biryar da, nivîsgeha Dezgeha Kurdistan24 a Ragihandin û Lêkolînan li Taranê bê girtin.

Li gor biryarê, ku ji aliyê Wezareta Îrşadê ya Îranê ve hatiye derkirin, girtina nivîsgeha Kurdistan24ê ji ber rewşa niha ya Kurdistanê ye.

Ev gava Taranê li hember Kurdistan24ê, piştê du rojan ji ragirtina weşana kenakê li ser satellita Turksatê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, hat.

Nivîsgeha Kurdistan24ê, di sala 2016an de li Taranê dest bi kar kir, tevî ku gellekî karê wê dihat sînordarkirin.

Tevî hemû zehmetiyan jî, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de li ser Perlemana Îranê û mezargeha Îmam Xumeynî li Taranê, Kurdistan24ê karî bi awayekî zindî û pirofişînal bûyeran veguhêze û bibe jêdereke serekî ji medya cîhanî re û ji hejmarek kenalên Îranî re jî.

Li ser vê mijarê rêvebirê giştî yê Kurdistan24ê Nûreddîn Weysî di daxuyaniyekê de ragihand: "Cihê mixabiniyê ye, ku hikûmeta Îranê ew biryar daye û tevî ku ji destpêka karê me ve, rêgirî û kêşe û astengî hebûn, lê ne ew astengiyana û nejî  girtina nivîsgeha Kurdistan24ê, ewê nebin sedem ku em bi awayekî neprofişînal rûmala bûyerên Îran bikin."

Belavbûna vê nûçeyê, bûye cihê bayixdana medyaya navdewletî bi giştî û medyayê Erebî jî girîngî pê daye û sedema girtina kanalê jî vedigerînin, metirsiyên Îranê ji bandora peyama netewî yaw ê kenalê.