Îranê veguhastina petrolê ligel Herêma Kurdistanê radigire

Ajansa Tesnim a Îranî belav kir, Îranê kompanyayên veguhastina petrolê yên welatê xwe agahdar kirine, ku veguhastina petrolê di vê demê de qedexe ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa Tesnim a Îranî belav kir, Îranê kompanyayên veguhastina petrolê yên welatê xwe agahdar kirine, ku veguhastina petrolê di vê demê de qedexe ye.

Ajansa Tesnim aşkere dike, li hember birêvebirina referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, Îranê kompanyayên petrolê agahdar kirine, ku veguhastina berhemên petrolê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê rawestînin.

Wê ajansê amaje bi wê kiriye, hikûmeta Îranê û Desteya Rê û Veguhastinê ji kompanyayên Îranî re gotine, bi awayekî demkî veguhastina berhemên petrolê rawestînin.

Îran ji destpêkê ve, referandûma Herêma Kurdistanê bi ne yasayî û metirsî li ser navçê dizane.