Wezîrê Veguhastinê: Qebûl nakin kesek ji hikûmeta Iraqê bê firokxaneyên Kurdistanê

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawe Murad ragihand, biryara ragirtina geştên esmanî yên Herêma Kurdistanê, biryareke siyasî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawe Murad ragihand, biryara ragirtina geştên esmanî yên Herêma Kurdistanê, biryareke siyasî ye.

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mewlûd Bawe Murad derbarê girtina geştên esmanî yên Herêma Kurdistanê de, li parlemantoya Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Got: “Her du firokxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatine damezrandin û ji aliyê hikûmeta herêmê ve hatin ferehkirin û nûjenkirin û budceya mehane û salane ya wê jî ji aliyê hikûme herêmê ve tên dayîn, ti girêdaneke wê ya darayî bi hikûmeta Iraqê nîn e.”

Got jî: “Hikûmeta Iraqê di ti warekî de nikare biryaran li ser Herêma Kurdistanê bisepîne, tenê bi riya girtina esmanê herêmê dikare, ji ber ku desthilata firîna medenî ya Iraqê, li ser esman û firîna firokeyan heye.”

Herwiha gotî: “Tevahiya geştên firîna Herêma Kurdistanê bi binemayên desthilata firîna medenî ya Iraqê hatine encamdan.”

Diyar kir jî, ew biryareke siyasî ye û pêwendiya wê bi dosyeyên yasayî ve nîn e. Iraq wek sizayekê li dijî xelkê Kurdistanê bikar aniye.

Got jî: “Em berdewam hewl didin bi guftûgo bigihin çareseriyekê ji bo pirsgirêkan û me daxwaz jî wan kiriye awayê radestkirina firokxaneyên me ji wan re bê zelalkirin, ji ber firokxane dezgehek e û ne zelal e çawa dixwazin vê biryarê cibicî bikin.”

Wezîrê Veguhastin û Gihandinê tekezî kir, “Bi ti awayekî qebûl nakin kesek bê firokxaneya Hewlêr û Silêmaniyê û bi ti awayî em rêveberiya xwe radestî wan nakin.”