Felah Mistefa: Ti bedîlek ji serxwebûna Kurdistanê re nîn e

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tekez kir, ti bedîlek ji serxwebûna Kurdistanê re nîn e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa tekez kir, ti bedîlek ji serxwebûna Kurdistanê re nîn e.

Felah Mistefa di daxuyaniyekê ji rojnameya “El Mundo” a Katalonî re tekez kir, piştî serkeftina dengê belê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, daxwaza sereke ya gel û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê serxwebûn e.

Felah Mistefa diyar kir, ragihandina serxwebûna Kurdistanê girêdayî destpêkirin û çawaniya guftûgoyên bi Bexdayê re ye û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê ti demeke diyarkirî ji bo vê pirsê danenaye.

Derbarê metirsiyên welatên cîran ji avabûna dewleta Kurdistanê de, Felaf Mistefa tekez kir, di dema borî de Herêma Kurdistanê nîşan da, ku ew fakterê aramiyê ye li navçê û her jî wiha dimîne.