Xiristiyaniyan piştevaniya xwe ji serxwebûna Kurdistanê re ragihandin

Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, Xiristiyaniyên Kurdistan û Iraqê ji bo piştevanîkirina li serxwebûna Kurdistanê û mafê çarenivîsî, kongreyek lidar xistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, Xiristiyaniyên Kurdistan û Iraqê ji bo piştevanîkirina li serxwebûna Kurdistanê û mafê çarenivîsî, kongreyek lidar xistin.

Di kongreyê de, ku kesayetên olî yên Xiristiyanî û hejmarek ji berpirsê Xiristiyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê amade bûn, piştevaniya xwe ji serxwebûna Kurdistanê û mafê çarenivîsî re derbirîn û li dijî biryarên parlemanto û hikûmeta Iraqê rawestiyan.

Xiristiyaniyan amaje bi zulm û zorên ku di dîroka Iraqê de bi ser Xiristiyaniyên Iraqê, gelê Kurd û gelên din hatine kirin û spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, ku di rojên dijwar de karîn cihekî aram ji Xiristiyaniyên Iraqê û deşta Neynewayê re dabîn bikin, ku ji ber stema DAIŞê û girûpên çekdar berên xwe dan Kurdistanê.

Di dawiya kongreyê de, Xiristiyan daxuyaniyek arasteyî raya giştî, Netewên Yekgirtî, Amerîka, welatên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî de, damûdezgehên Kurdistan û Iraqê û palemantoya Ewropa kirin û ragihand, “Di vê rewşê de, em wek Xiristiyaniyên Kurdistan û li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Deşta Neynewa me biryar da helwesta xwe zelal bikin, ku piştevaniyê li mafê çarenivîsî dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Ew biryarên zulmane yên hikûmet û parlemantoya Iraqê bo sizadana xelkê Kurdistanê û rêgirtin li mafê çarenivîsî, li dijî peyamnên esmanî û carnema û belgenameyên navdewletî ne.”

Herwiha amaje bi wê jî kirin, ku ji sedî 89 ji Xiristiyaniyên li navçeyên xwe dengê belê dan, ji bo Kurdistan li Rojhilata Navîn bi aramî û aştî bijî.