Rûsya: Veguhastina petrol û gaza Kurdistanê di riya Tirkiyê re berdewam dibe

Wezîrê Wize yê Rûsyayê ragihand, veguhastina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyê re berdewam dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Wize yê Rûsyayê ragihand, veguhastina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyê re berdewam dibe.

Wezîrê Wize yê Rûsyayê Alexander Novak di daxuyaniyeke taybet ji bo K24ê de ragihand, petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi hêla boriya deryaya Reş vet ê girêdan.

Herwiha ragihand jî, gefên rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, bûye yek ji mijarên germ ên rojeva Rûsya û cîhanê.

Wezîrê Wize yê Rûsyayê tekez kir, ew hêla petrol û gaza Kurdistanê digihînin boriyên deryaya Reş, ev jî wek amajeyekê bi berdewamiya veguhastina petrol û gaza Kurdistanê di riya Tirkiyê re ye. 

Ev daxuyaniya Wezîrê Wize yê Rûsyayê di demekê de ye, piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, parlemantoya Iraqê çend biryar li dijî Herêma Kurdistanê derkirin, yek ji wan jî ragirtina geşta esmanî ya navdewletî li firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê.

Hevdem ligel biryarê parlemantoya Iraqê jî, dengoya ragirtina hinatina petrola Kurdistanê di nava xaka Tirkiyê re û girtina sînorên bi Herêma Kurdistanê re ji aliyê Tirkiye û Îranê ve li hin medyayn hatin belavkirin.