Wezîrê Hewlgîriya Îsraîlê: Piştî gotara Trump, ligel Îranê ser derdikeve

Wezîrê Hewlgîriya Îsraîlê Yisrael Katz ragihand, gotara Serokê Amerîka Donald Trump li dijî rêkeftina atomî ya Îranê gelekî girîng e û di jêr gefên Taranê de berve derketina şer diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Hewlgîriya Îsraîlê Yisrael Katz ragihand, gotara Serokê Amerîka Donald Trump li dijî rêkeftina atomî ya Îranê gelekî girîng e û di jêr gefên Taranê de berve derketina şer diçe.

Di bervisa pirsa kenala 2 ya Îsraîlê de (Piştî stratejiya nû ya Trump, ma metirsî heye şer derkeve?) Yisrael Katz bi zelalî got: “Belê”

Herwiha Wezîrê Hewlgîriya Îsraîlê dibêje: “Îran, Koryaya Bakurekî nû ye. Gotara Trump gelekî girîng bû, em tameşe dikin ta bizanin rewş berve kû derê diçe.”

Roja 13 Cotmehê, Serokê Amerîka stratejiya welatê xwe li hember Îranê ragihand û ew welat bi piştevanê sereke yê terorê bi nav kir. Wezareta  Xezîneya Amerîka jî Pasdarên Îranê xiste li ser lîsta reş a terorê.