Îranê li ser daxwaza Bexdayê sînor girtiye

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê girtina deriyên sînorî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ragihand, Îran li ser daxwaza wan sînorê xwe bi Herêma Kurdistanê de girtiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Iraqê derbarê girtina deriyên sînorî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ragihand, Îran li ser daxwaza wan sînorê xwe bi Herêma Kurdistanê de girtiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê aşkere kir, di çarçova rêkarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê de, daxwaz ji Îranê kiriye, sînorên xwe bigire.

Ev daxuyanî di demekê de ne, îro Wezareta Derve ya Îranê red kiribû ku biryara girtina deriyên sînorî bi Herêma Kurdistanê re girtibe.

Di wê derbarê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de got: “Hêvîdar in Îran biryarên bi vî awayî nede, yan demkî be, ji ber ku Îran ji hemû welatan baştir têdigihe dorpêçkirinê. Ew ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.”