Amerîka ji ber tundiya li Kerkûkê dilgiran e

Wezareta derve ya Amerîka ragihand: "Amerîka gellekî ji tundiya li Kerkûkê çêbûye dilgiran e."

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Amerîka ragihand: "Amerîka gellekî ji tundiya li Kerkûkê çêbûye dilgiran e."

Di daxuyaniyekê de wezareta derve ya Amerîka eşkere kiriye, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Kerkûkê dikin û daxwazê ji hemû aliyan dike li ser hevrêziya serbazî berdewam bin û ewlehiyê û aramiyê ji bo navçeyê vegerînin .

Tekez jî dike, Amerîka piştevaniya îdareyeke hevbeş li Kerkûkê dike ku hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdayê bi hevre birêve bibin .

Wezareta derve ya Amerîka got jî: "Amerîka kar dike berpirsên Bexda û Hewlêrê nêzîkî hev bike,  ji bo kêmkirina aloziyan û destpêkirina danûstandinan, û Amerîka wê berdewam be li ser piştevanîkirina hevpeymanan li Iraqê ji bo jinavbirina DAIŞê."