Welatî li pêşya kunsulxana Amerîka li Hewlêr xwepêşandan kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro li nav Kurdistanê û welatên derve, ji bo derbirîna nerazîbûnê beramberî êrîşên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bi alîkariya welatên navçeyê, hejmarên mezin ji Kurdistaniyan xwepêşandanan saz dikin û diçin pêşya balyozxaneya Amerîka li welatên derve û nûneratiya Netewên Yekgirtî li Kurdistan.
Li Hewlêr, London, Stokholm, Oslo û Kopinhagin, dijî bê dengiya civaka navdewletî xwepêşandan tên kirin û xwepêşanderên Kurd, êrîş û destdirêjiya Heşda Şeibî û hêzên Iraqî û hevkarên wan şermezar dikin û daxwaz dikin ew hêzana ji navçeyên Kurdistanî derkevin.
Li bajarê Hewlêrê jî xwepêşander diçin pêşya nûneratiya Netewên Yekgirtî û nerazîbûna xwe li ser bêdengiya civaka navdewletî didin xuyakirin.
Şevê din serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de, daxwaz ji hemû Kurdistaniyên li Ewropa û Amerîka kir, ku bi awayekî yasayî û aştiyane ji bo piştevaniya gelê Kurdistan, xwepêşandanan û çalakiyên sivîl û aştiyane encam bidin û daxwaza alîkariya gelên wan welatan bikin ku têde dijîn, daku ev şer û dorpêça li dijî gelê me di zûtirîn dem de bê rawestandin û dengê Kurdistan û peyama aştiyane ya gelê me bigehînin tevahiya cîhanê."