Amerîka ji helwêsta Ebadî dijî medyaya Kurdî dilgiran e
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert di civîna xwe ya rojnamegerî de bersîva pirsên rojevê da/ Liser pirsa qedexekirina Kurdistan24 û hin kanalên din ên Kurdî ji alî Bexdayê ve û herweha qetlkirina rojnamevanê Kurd Erkan Reşîd diyarkir: “Me rapora qedexekirina hin dezgehên medyayî yên Kurdî û kuştina rojnamevanê Kurd dît. Azadiya ramanî ji me re girîng e. JI bo vê yekê jî, em herdem azadiya ramanî / medyayî diparêzin”.
Girêdayî hevkariya Amerika û Kurdistanê jî Nauert anî ziman: Kurd dê herdem hevkarê girîng û bijarde yê Amerîka bin”.