Rojnameyeke navdar li Asia: Barzanî Mandêla yê Kurda ye

"Barzanî ji bo Kurd wek rêberê koçkirî yê Başûrê Efrîqya Nelson Mandela û wek serkirdeyê navdar yê Firensa Charles de Gaulle e."

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya Asia Times, ku yek ji navdartirîn rojnameyên parzemîna Asia ye û bi zimanê Ingilîzî ye, di raporekê de nivîsiye: Barzanî ji bo Kurd wek rêberê koçkirî yê Başûrê Efrîqya Nelson Mandela û wek serkirdeyê navdar yê Firensa Charles de Gaulle e.

Rojnameyê nivîsiye: Bi melyonan Kurd di jiyana xwe de ti serkirdeyek wek Mesûd Barzanî nedîtine, ku ji wan re weke sîmboleke mezin û navdar yê doza Kurdî ye.

Asia Times behsa wê yekê jî dike, ku Barzanî wek serkirdeyekî netewî Kurd tê naskirin, ku bizaveke mezin ji bo serxwebûna Kurdistanê kir.

Herweha di raporê de hatiye, tevî ku Barzanî dest ji postê serokatiya Herêma Kurdistan berda ye, lê her li Hewlêr û Kurdistanê dimîne û weke bavê netewekê xebata xwe berdewam dike.