ENKS: Çalakiyên piştevaniyê ji Herêma Kurdistanê re berdewam dibin

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Ewropayê radigihîne, ewê berdewam bin bi xwepêşandan û mangirtinên piştevaniyê ji Herêma Kurdistanê re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Ewropayê radigihîne, ewê berdewam bin bi xwepêşandan û mangirtinên piştevaniyê ji Herêma Kurdistanê re.

Nûnertiya ENKSê li Ewropayê di daxuyaniyekê de, ku çapek jê ji bo K24ê re şand, tê de diyar kir ku nûnertiya ENKSê civîna xwe ya asayî girêda û tê de û rola ENKSê û revenda Kurdî ya derketina xwepêşandanên li pêş balyozxane navendên biryarê yên li Ewropa  bilind nirxand.

ENKSê êrîşa artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ya bi serperiştiya rasterast ji aliyê Qasim Suleymanî ve li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir, ku tê de çekên Amerîkî yên ji bo şerê DAIŞê ji bo Iraqê hatine dayîn, li dijî gelê Kurd hatin bikaranîn.

Herwiha nûnertiya ENKSê li Ewropayê ragihand, armanca wê êrîşê têbirina destkeftên Kurdan e û li hemberê jî bêdengiyek ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî heye.