Aldar Xelîl: Ji bûyerên li Başûr bûne, divê Kurd yekîtiya xwe biparêze
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê serokatiya Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ji K24êre re ragihand, Bûyerên ku li Başûrê Kurdistanê rû dane, cihê xemgîniyê bûn û bandora xwe li tevahiya Kurdistaniyan kir.
Aldar Xelîl da amaje bi wê kir, dijminên Kurdan tevî nakokiyên wan li dijî Kurd bûne yek, loma pêwîst e Kurd jî yekîtiya xwe biparêzin.