Yekîtiya Ewrûpa alîkariyên bo Tirkiye kêm dike

Yekîtiya Ewrûpa (YE) di budçeya xwe ya sala 2018an de biryar da di fonên alîkariyê de beşê Tirkiye bi 105 milyon Euroyan kêm bike. Sedema kêmkirinê pêvajoya siyasî ya Tirkiye hate nîşandan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa (YE) di budçeya xwe ya sala 2018an de biryar da, di fonên alîkariyê de beşê Tirkiye bi 105 milyon Euroyan kêm bike. Sedema kêmkirinê pêvajoya siyasî ya Tirkiye hate nîşandan.

Biryar piştî gengeşeyên 16 demjimêran liser budçeya YE hate wergirtin. Di van gengeşeyan de nûneratiya Parlementoya Ewrûpa jî beşdarî kir, a ku ligel kêmkirina alîkariyan bo Tirkiye ye.

Ligor biryarê, pêvajoya siyasî ya Tirkiye di rewşa standartên demokrasî, mafê mirovan, azadiya ramanî, azadiya medya de ber bi lawazbûnê de çû ye û ev wekî sedem a kêmkirina alîkariyên bo Tirkiye hate nîşandan.