Serokê berê yê Yemenê Elî Ebdella Salih hat kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro duşemê, medya Erebî nûçeya kuştina serokê berê yê Yemenê Elî Ebdella Salih belav kir û li gel nûçeyê vîdyoya kuştina wî jî hatiye belavkirin.
Ji aliyê xwe ve jêderekî serbazbî ji Kenala "El-Alem" ya Îranî re ragihand: "Dema ku Elî Ebdella Salih direviya daku xwe di asêgehekê de veşêre, ew hat kuştin".
Berî niha jî ajansa Reuters belav kir ku "Mala serokê berê yê Yemenê, li navenda Senhayê hatiye teqandin".
Ev çend roj in, di navbera Elî Ebdella Salih û milîsên Hûsî de gellek nakokî derketin û herdû aliyan hev tometbar dikirin, wan nakokiyan Salih nêzîkî Siûdiyê kir.