Daxistina sînor 2.5 milyar Dolar ziyan gihandiye Îranê

Daxistina sînor di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 2 û nîv milyar Dolar ziyan gihandiye aboriya Îranê. Parlemanterkî Îranî jî dibêje, ji bilî ziyana aborî, ziyana siyasî û civakî jî gihêştiye Îranê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxistina sînor di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 2 û nîv milyar Dolar ziyan gihandiye aboriya Îranê. Parlemanterkî Îranî jî dibêje, ji bilî ziyana aborî, ziyana siyasî û civakî jî gihêştiye Îranê.

Komara Îslamî ya Îranê wek karvedanek li dijî serxwebûna Kurdistanê deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê daxist, lê Tirkiyê cihê Îranê di bazara herêmê de dagirt, ji ber wê sedemê daxistina sînor ne ku bandoreke caverênekirî li Îranê kir, lê ziyan gihande wî welatî.

Piştî daxistina zêdetir ji du mehan ji deriyê sînorî Hacî Omeran, Başmax û Perwîzxanê, endamê Komisyona Bilind a Asayişa Netewî, Siyaseta Derve di Parlemantoya Îranê de Hîşmetulah Felahet Pîşe ji medyayên navxweyî yên Îranê re li wê mukir hat ku daxistina deriyên sînorî bi Herêma Kurdistanê re, 2 milyar û 500 milyon ziyana abûrî gihêştiye Îranê.

Ew parlemanterê Îranî hişyariyê dide, ku ziyan ne tenê di warê abûrî de dibe, belkû di warê civakî û siyasî de jî.

Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna karta pîşesazî û sermaguzariyên hikûmî, ji bilî karta çandiyê ku take jêdera dahata sereke ya wan parêzgehan e, ew jî ji aliyê hikûmeta Îranê ve rêgirî lê hatiye kirin. Bi vê yekê jî bêkarî li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye û bi gotina Hîşmetulah Felahet Pîşe, heger hikûmet bilez wan deriyên sînor veneke, ji bilî ziyanên abûrî, ziyanên siyasî ji vê biryarê encam didin.   

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fc6e1226-56b3-4505-90b1-a1779f915dfe/122517SPB.ism/manifest