Derfirotana Tirkiyê ya ji bo Kurdistanê di 2017an de kêm bû

Li gorî daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê, derfirotina Tirkiyeyê li gorî sala 2016’an; di sala 2017’an de ji sedî 10,4 zêdetir bû; lê derfirotina bi Kurdistanê re kêm bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5af5ba65-d64f-430c-ba53-b588b15c3d64/010818ZYF.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li gorî daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê, derfirotina Tirkiyeyê li gorî sala 2016’an; di sala 2017’an de ji sedî 10,4 zêdetir bû; lê derfirotina bi Kurdistanê re kêm bû. Beriya sala 2016’an, piştî Almanyayê, Tirkiye herî zêde bi Kurdistanê re derfirotin dikirin lê di sala 2017’an de Kurdistanê piştî Almanya, Brîtanya, Îtalya û Amerîkayê; di rêza 5’emîn de cih girt. Aborînas sedemên vê yekê bi aloziyên piştî referandûmê ve girê didin û dibêjin; ev ji bo aboriya Tirkiyeyê jî ne baş e.

Li gorî daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê, di sala 2017’an de derfirotina Tirkiyeyê ya bi Kurdistan û Iraqê re kêm bû û daket 8 mîlyar û 121 milyon dolarî.  Li gorî daneyan; beriya sala 2016’an derfirotina Tirkiye û Kurdistanê heta 12 milyar dolarî jî dihat kirin. Bandora neyînî ya ji ber vê yekê jî herî zêde li bazirganên bakûr kir. Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Diyarbekirê Burç Baysal got; em karsaz dixwazin pêwendiyên siyasî di navbera herdu welatan de baş bibin û ev jî bi têkiliyên berê yên bazirganiyê pêkan e.

Burç Baysal ji K24ê re wiha axivî: “Bifikirin ku dewleteke ku ji sedî 90’ê pêdiviyên xwe ji Tirkiyeyê dabîn bike hebe; lê hûn bi siyaseteke dijber li dijî wê dewletê tevdigerin; ev nabe û dê encamên neyînî yên aborî jî bi xwe re bîne. Ev ji bo Tirkiyeyê jî ne baş e. Ji aliyê aboriyê ve ji xwe sala 2018’an baş xuya nake; ji ber vê yekê divê gelek derfirotin  bi Iraqê re bên kirin; bazara Iraq û Kurdistanê bazareke nêzîk û asan e.”

Di sala 2017’an de piştî Almanyayê, Tirkiye bi Brîtanyayê re bi buhayê 9 milyar û 334 milyon dolar, bi Îtalyayê re bi buhayê 8 milyar û 302 milyon dolar, bi Amerîkayê re bi buhayê 8 milyar û 150 milyon dolarî derfirotin kirine.  Karsaz Yuksel Kaya jî bandora kêmbûna derfirotina bi Iraq û Kuristanê re bi bilindbûna nirxê dolarî ve jî girêdide û ji bo başbûna pêwendiyên aboriyê, balê dikişîne ser îstîkrara herêmê.

Yuksel Kaya got: “Di dawiya meha 9’an de li Kurdistana Başûr referandûm hat kirin lê wekî ku tê zanîn li Tirkiyeyê li dijî referandûmê bertekek hebûn. Em jî ji vê rewşê tirsiyan; gotegotên li ser girtina Deriyê Îbrahîm Xelîl em ditirsandin. Ji aliyê din ve jî me mal difirot lê pere nedihat, bandora vê jî çêbû.”

Bazirganên bakûrî amaje dikin ku aloziyên sala 2014’an ên li Iraq û Kurdistanê, aloziyên piştî referandûma Serxwebûna Kurdistanê, têkçûyîna pêvajoya çareseriya Pirsa Kurd; li Tirkiyeyê û hilbijartinên li Tirkiyeyê jî bandoreke neyînî li bazirganiya Tirkiyeyê û Kurdistanê kir. Karsaz dibêjin; bazara Kurdistanê bazereke nêzîk û asan e; ji bo ku derfirotina Tirkiye û bakûr zêde bibe, divê pêwendiyên siyasî yên Kurdistan û  Tirkiyeyê bên başkirin.