Yildirim: Operasyon ji bo azadiya Kurd û Ereban e

Yildirim> Operasyona Şaxa Zeytûnê azadkirina brayên me yên Ereb û Kurd ji bin destê zulmê ye. Bidawî anîna, planên emperyalistan ên ku dixwazin koridora terorê li ber sînorê me avabikin e.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê beşdarî Kongreya 6emîn a AKP li Tekirdag bû û girêdayî Operasyona Efrînê daxûyanî dan.

Binalî Yildirim got ku, “Operasyona Şaxa Zeytûnê têkbirina serokatiya terorê li navenda wê ye. Ev Operasyon tê wateya azadiyê ji cîranên me re. Ew Operasyon wijdanê mirovayetiyê ye. Lê, em tu caran rê nadin wan kesên ku,  di bin sîbera rêxistina terorê de dev bavêjin Operasyona me.

Operasyona Şaxa Zeytûnê azadkirina brayên me yên Ereb û Kurd ji bin destê zulmê ye. Bidawî anîna, planên emperyalistan ên ku dixwazin koridora terorê li ber sînorê me avabikin e.”

Operasyona Efrînê ya Artêşa Tirk û Artêşa Azad a Suriyê di roja xwe ya 15emîn de ye û heta niha nêzîkî 200 sivîlan canê xwe jidest da ye û bi sedan brîndar in.