Li Efrînê 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, di encama êrîşeke YPGê de 5 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkaniya Tirkiyê ragihand, di encama êrîşeke YPGê de 5 leşkerên wan canê xwe ji dest dane.

Serokerkaniya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, li gundewarên Efrînê YPGê êrîşî tankekî wan kiriye û 5 leşkerên wan ên di nav tankê de bûn, canê xwe ji dest dane.

Îro di çarçoveya operasyona Efrînê de leşkerek hatibû kuştin. Li Kilîsê jî leşkerek din hatibû kuştin û  bi vî awayî di nav rojekî 7 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dan.

Yekîneyên Parastinê ya Jinê (YPJ) îro vîdyoyek belav kiribû, tê de diyar dibe ku hin jinên şervan li gundê Heftar yê ser bi navçeya Bilbilê ve tankeke artêşa Tirkiyê diteqînin û jinav dibin.

Li gor amarên Tirkiyê, ji destpêka operasyona li dijî Efrînê heta niha 14 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.