Dûran Kalkan: Xelkê Başûrê Kurdistanê di piştevanîkirina li Efrînê de pêşeng e

Endamekî Komîteya Rêveber ê PKK’ê radigihîne, gelê Başûrê Kurdistanê di berevanîkirina li Efrînê pêşeng e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Komîteya Rêveber ê PKK’ê radigihîne, gelê Başûrê Kurdistanê di berevanîkirina li Efrînê pêşeng e.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, gelê Başûrê Kurdistanê û Kurdên li Ewropayê di berevanîkirina Efrînê de bi rola pêşeng radibin.

Herwiha got jî, xelkê Rojavayê Kurdistanê jî ji 7 salî heta 70 salî berevaniyê li Efrînê dikin û xwe bi xwediyê wî bajarî dizanin.

Ev gotinên Dûran Kalkan di demekê de ne, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ve, xelkê Başûrê Kurdistanê piştevaniya xelkê Efrînê dike û berî çend rojan jî şandeke parlemantoya Kurdistanê serdana Efrînê û rewşa li Efrînê şopand.

Herwiha tîmeke rojnamevanî ya Kurdistan24ê jî ji bo romaêkirina nûçe û zanyariyên êrîşa li ser Efrînê li wî bajarî ye û bi gotina Peyvdarê YPGê yê li Efrînê Birûsk Heseke ku roleke Kurdistan24 ya bibandor heye ji bo gihandina dengê rastiyê yê gelê Efrînê ji cîhanê re.