Perlemana Ewropa behsa erebkirina Kerkûkê dike

Ajgeyî: Di dema dahatî de, wê 2 komîteyên Perlemana Yekîtiya Ewropa, bi hevrêzî li gel nûneratiya Herêma Kurdistanê li Ewropa, çend civînan derbarê rewşa Herêma Kurdistanê lidar bixin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistan li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî, li gel şandeke Herêma Kurdistanê, bi çend dîdarên cuda li gel Perlemanterên Yekîtiya Ewropa, rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên ji derveyî îdara Herêmê û pinpêkirinên Heşda Şeibî û Hikûmeta Iraqî li Kerkûk û Xurmatû gotûbêj kir.

Li gorî daxuyaniya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistan li Yekîtiya Ewropa: "‎Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê, li gel rêkxerê siyaseta derve ya firakisyonên partiyên kiristiyanî ku mezitirîn firakisyon e, civînek lidar xist.

Herwiha li gel rêkxera firakisyona partiyên kesk di Perlemana Ewropa de Barbara Lokhiler jî civiya.

Li aliyekî din jî li gel berpirsên herdu komîteyên pêwendiyên derve û komîteya Mafên Mirovan di Perlemana Ewropa de civiya.

Dilawer Ajgeyî ragihand: "Di wan civînan de, me behsa rewşa neasayî ya navçeyên cihê nakokiyê yên li derveyî îdara Herêma Kurdistanê û piroseya erebkirinê li wan navçeyan kir. Hevdem me behsa binpêkirina destûrê ji aliyê Hikûmeta Iraqê û Heşda Şeibî ve kir, ku mebesta wan kiryaran, guhertina dîmugrafya Kerkûkê û derdora wê ye. Pirsa sizadana gelê Kurdistan û girtina firîngehan û neşandina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê, mijareke din ya civînan bû".

Herwiha Ajgeyî diyar kir, ku di dema dahatî de, wê herdû komîteyên navhatî yên Perlemana Yekîtiya Ewropa, bi hevrêzî li gel nûneratiya Herêma Kurdistanê li Ewropa, çend civînan derbarê rewşa Herêma Kurdistanê lidar bixin.

N.O