Mesrûr Barzanî: Em li pêşiya pinpêkirinên destûrî bêdeng namînin
K24 - Navenda Nûçeyan
Şêwirmenê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ku gellek bijardeyên destûrî li pêşiya Herêma Kurdistanê hene.
Îro Şêwirmenê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê New Zealanda li Bexdayê Bradley Sawden kir.
Di wê hevdîtinê de, pirsên girêdayî rewşa navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya hevrêziya bêtir di çarçoveya bizavên navdewletî de li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.
Balyozê New Zealanda Bradley Sawden, pesnê rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de da û amadebûna welatê xwe, ji bo bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û New Zealanda da xuyakirin.
Bradley Sawden diyar kir, ku ew bihêvî ye di zûtirîn dem de, pirsgirêkên di nav Hewlêr û Bexdayê de bên çarekirin, û zemîneke guncayî ji bo aştî û aramiyê û bihêzbûna abûrî bê peydakirin.
Di beramber de Şêwirmendê Civata Ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser berdewamiya Herêma Kurdistanê kir di şerê dijî terorê de, ew jî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de û got: "Herêma Kurdistanê tevî astengiyan, wê di rêzên pêş yên bereya şerê li dijî terorê de bimîne".
Derbarê pirsgirêkên di nav Hewlêr û Bexdayê de, Mesrûr Barzanî got: "Herêma Kurdistanê hêvîxwaz e li gorî destûrê tevahiya pirsgirêkan bên çarekirin, lê heger binpêkirinên destûrê berdewam bin, em nikarin bêdeng bimînin û hejmareke mezin ji bijardeyên destûrî li pêşiya Herêma Kurdistanê hene, ji bo berevaniyê di ber mafên xwe de bike".
N.O