Mûçeyên fermanberan tên dabeşkirin

Biryar e rojên Yekşem û Duşema dahatî mûçeyên fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryar e rojên Yekşem û Duşema dahatî mûçeyên fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin.

Li ser vê mijarê, berpirseke wezareta tendirustiya Herêma Kurdistan berî niha ragihandibû, ku destpêka hefteya dahatî, wê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bên dayin.

Rêvebira giştî ya pilandanînê di wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê de, Viyan Mihemed Hisên eşkere kir, ku "Hikûmeta Iraqê ji komîteya hûrbîniyê re ragihandiye, di destpêka hefteya dahatî de, wê mûçeyên fermanberên herdu wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistanê bên dabeşkirin û rojên Yekşem û Duşema dahatî ji bo dabeşkirina mûçeyan hatine destnîşankirin".

Viyan Mihemed Hisên got jî: "Mûçeyên fermanberên herdu wezaretan bê paşeketkirin wê bên dabeşkirin, lê heya niha mîkanîzma dabeşkirinê nehatiye diyarkirin".

Ev yek di demekê de ye, ku duh firîngehên Herêma Kurdistanê li ber geştên navdewletî hatin vekirin û dorpêça ezmanî ji ser Kurdistanê hat rakirin.

N.O