Waşington piştevaniyê li Iraqek federal - demokrat, digel herêma Kurdistanê ya bihêz dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka pêşwaziyê li biryarên rakirina dorpêçên li ser firokxaneyên herêma Kurdistanê dike.
Di daxûyaniyekê de, Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê pêşwaziyê li rêkeftina di navbeyna hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê de dike, ku bûye sedemê rakirina biryara qedexekirina geştên navdewletî li ser firokxaneyên herêma Kurdistanê.
Herweha di wê daxuyaniyê de Balyozxaneya Amerîkayê dibêje, ew danûstandin ên ku bûn e sedema vekirina firokxaneyên herêma Kurdistanê, nimûneyek zîndî ne, ku çawa hemû pirsgirêk bi awayekî aştiyane dikarin bên çareserkirin. Amerîka hewl dide ku, danûstandinên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên di navbeyna her dû aliyan de berdewam bin, da ku pêwendiyek bihêz di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de hebe û di berjewendiya hemû Iraqiyan de be.
Di dawiya daxûyaniyê de hatiye, Waşington piştevaniyê li Iraqeke federal - demokrat, digel herêma Kurdistanê ya bihêz dike.
C.B