Konseya Ewrûpa kiryarên Tirkiyê yên Derya Spî û Egeyê şermezar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Konseya Ewrûpayê kiryarên Tirkiyeyê yên Deryaya Spî û Egeyê şermezar dike.
Li gor nûçeyên medyaya Ewrûpayê, Konseya Ewrûpayê di derbarê kiryarên Tirkiyeyê yên Deryaya Spî û Egeyê de projeyasayek amade kiriye û di naveroka wê projeyasayê de li dijî Tirkiyeyê gotinên gelek dijwar hene.
Konseya Ewrûpa kiryarên Tirkiyê yên Deryaya Spî û Egeyê bi tûndî şermezar dike û herwiha Konseya Ewropa dê li Deryaya Spî û Egeyê çavderiya kiryarên Tirkiyeyê jî bike.
Tê gotin Rêberên Yekîtiya Ewrûpayê dê prejayasaya li dijî Tirkiyeyê îro pesend bikin.
C.B