Muqteda Sedir: Em amade ne Kerkûkê rizgar bikin

Muqteda Sedir: Xemsariya Hikûmeta Bexdayê di warê parastina ewlehiyê de li bajarê Kerkûkê, bi zelalî xuya ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir, Muqteda Sedir ragihand, ku Şepêla wan bi temamî amade ye Kerkûkê ji destê terorê û nakokiyên siyasî û taifî rizgar bike.

Muqteda Sedir got jî: "Xemsariya Hikûmeta Bexdayê di warê parastina ewlehiyê de li wî bajarî bi zelalî xuya ye".

Ev daxuyaniyên Sedir di demekê de ne, ku di çend rojên derbasbûyî de, çendîn kiryarên kuştin û revandinê ji aliyê çekdarên nenaskirî û hin girûpên DAIŞê ve, li ser riya Kerkûk-Bexda hatin tomarkirin.

Tevî ku di dawiya meha Berçile ya sala derbasbûyî de, Hikûmeta Iraqê ragihand, ku wan hebûna çekdarên DAIŞê li Iraqê bidawî aniye, lê di çend rojên derbasbûyî de, wezareta bergiriya Amerîka ragihand, ku hîna tevgera çekdarên DAIŞê li sînorên parêzgeha Kerkûk û Mexmûr û navçeyên biyabanî yên Iraqî maye.

N.O