Rêveberiya Xweser banga NY dike ji bo vegera xelkê Efrînê

Rêveberiya Xweser ya Efrînê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, ku rê ji bo xelkê Efrînê dabîn bikin, da ku wan ji komkujiyan biparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser ya Efrînê daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, ku rê ji bo xelkê Efrînê dabîn bikin, da ku wan ji komkujiyan biparêzin.

Rêveberiya Xweser ya Efrînê daxuyaniyek derbarê rewşa Efrînê de belav kir û ragihand, divê Netewên Yekgirtî karekî bi cidî bike ji bo vegera xelkê Efrînê ji bajarê xwe re.

Di daxuyaniyê de hat, piştî rêkeftina di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Efrîn hat dagîrkirin û bi sed hezaran xelkê Efrînê li Nubil, Zehra û devera Şehbayê bê cih war mane û jiyana wan di metirsiyê de ne.

Da zanîn ku niha xelkê Efrînê rastî karesateke mirovî tê û mal û milkên wan ji aliyê çekdarên opozîsyonê ve tên dizîn û talankirin.

Di beşek din de hatiye, Tirkiyê dixwaze bi alîkariya grûpên çekdar guhartineke demografî çê bike.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî êrîşa nêzîkî 2 mehan derbasî Efrînê, li gor amarên Netewên Yekgirtî zêdetir ji 170 welatiyên sivîl ji xelkê Efrînê bûn, bêyî ku ti rêxistineke navdewletî alîkariya wan bike û şert û mercên gelekî dijwar de dijîn

Bi ketina Efrînê mal û milkên xelkê Efrînê ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hate talan kirin û li gor jêderên Efrînê gelek bûyerên dizî û talanê bi şevê li Efrînê ta niha rû didin.

 

S. B