Li Bakur û Tirkiyê zextên li ser rojnamevaniyê zêde dibin

Rayedarên Rojnameya Welat dibêjin; bi ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyê bi awayekî aşkere zimanê Kurdî tê qedexekirin. Berpirsên sendikayên rojnamevanan jî dibêjin; zextên li ser rojnamegeriyê roj bi roj zêde dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bi ragihandina Rewşa Awarte re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Rojnamegeriya Kurdî jî rastî astengiyan dimîne. Tekane rojnameya bi Kurdî ya binavê "Welat" ji ber tunebûna çapxaneyê bi fotokopî hat zêdekirin û belavkirin. Rayedarên Rojnameya Welat dibêjin; bi ragihandina Rewşa Awarte li Tirkiyê bi awayekî aşkere zimanê Kurdî tê qedexekirin. Berpirsên sendikayên rojnamevanan jî dibêjin; zextên li ser rojnamegeriyê roj bi roj zêde dibin.

Rojnameya bi navê Welat, li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tekane rojnameye ku bi Zimanê Kurdî tê weşandin. Ev rojname, di çapxaneya bi navê Gun Matbaacilikê de dihat çapkirin û belavî xwendevanan dibû. Lê di çarçoveya lêpirsîneke ji aliyê Serdozgeriya Stenbolê ve dihat birêvebirin de di 28'ê Adarê de ji bo Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û vê çapxaneyê qeyûm hat tayînkirin û 21 berpirs û xebatkarên van herdu saziyan hatin binçavkirin. Êdî tu çapxaneyên din jî Rojnameya Welat çap nekir. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Bulut û hevkarên xwe bi fotokopiyan rojnameyê zêde dikin û hewila gihandina xwendevanan didin. Bulut, rexneyan li desthilatdariyê dike û dibêje;

Zeynel Bulut ji K24ê re got: "Armanca wan ew e ku rojnamegeriya Kurdî biqedînin û bûyer û kiriyarên li Kurdistanê diqewimin di bin tarîtiyê de bihêlin da ku ev yek ji raya giştî re neyê ragihandin."

Rayedarên Rojnameya Welat dibêjin; em ê hewil bidin ku rojnamegeriya Kurdî  bidomînin.  Li gorî daneyên saziyên rojnamegeriyê; ji 20'ê Tîrmeha 2015'an ve ango ji ragihandina Rewşa Awarte ve nêzî 180 dezgehên rojnamegeriyê hatin girtin. Rêveberên sendîqayên rojnmeheriyê dibêjin; zextên li ser rojnamegeriyê roj bi roj zêde dibin. Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Şaxa Diyarbekirê Mahmut Oral jî got;  di 2013'an de ji aliyê hikûmetê ve pakêteke reformê hatibû aşkerekirin ku tê de behsa berfirehbûna azadiya rojnamegeriyê dihat kirin lê îro ew azadî nemaye.

Mahmut Oral dibêje: "Êdî li Tirkiyeyê rojnameyeke ku rojane weşana Kurdî dike nemaye. Ev ji bo demokrasiya welêt kêmasiyeke mezin e. Ev pirsgirêkeke li dijî azadiya rojnamegeriyê ye. Lê heger di nav civakê de xwendevanên rojnameyeke hebe tu kes pêwendiyên rojname û xwendevanên wê asteng bike."

Rojnameya Welat, di  26'ê Tebaxa 2017'an de dest bi weşanê kir. Çapxaneya bi navê Gun jî ji salên 90'î ve rojnameyên Kurdî û yên li ser kevneşopiya rojnamegeriya azad weşan dikirin, çap dikir. Rayedarên rojnameyê dibêjin; êdî em ê bi rêya înternetê wekî e-gazete xebata xwe bidomînin û em dest ji mîrateya Apê Mûsa bernadin.