Hevkariya Hilbijartinan a Kurdistanî hate ragihandin

Her 5 Partî û rêxistinên Kurdistanî liser gelek xalên hevbeş ên nasandina mafên Kurdistanê û demokrasiyê li hevûdu kirin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T )û Hereketa Azadî bi kongreyek rojnamevanî li Diyarbekrê, Hevkariya xwe ya Hilbijartinê ragihandin.

Her 5 Partî û rêxistinên Kurdistanî liser gelek xalên hevbeş ên nasandina mafên Kurdistanê û demokrasiyê li hevûdu kirin e. Dinav xalên hevbeş de: nasandina mafên desthilata herêmî, nasandina zimanê kurdî bi fermî, nasandina mafên peymanên navneteweyî, ku Tirkiye bi xwe imze kirin e, nasandina peymana desthilata herêmî ya YE, Mafên berfereh ên jinê û h w d hene…Diyarkirin ku, ligel her aliyek ku van xalên hevbeş bipejîrîne dikarin diyalogê lidar bixin.

Cara yekemîn e ku, rêxistinên Kurdistanî bi hevkariyê xwe amadeyî hilbijartinan kirin e.

 

(agahdariyên berferehtir tên)…

 

 

C.B