Komisyona Ewrûpa: Li Tirkiye maf û azadî tên binpêkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîsyona Ewrûpayê, rexne li desthilata Tirkiyê digre ku, di warê azadiyan de paşveçûna wan didom e û da zanîn di mercên Rewşa Awarte de, hilbijartineke dadwerane nayê kirin.
Berpirsê Komîsyona Ferehbûna Yekîtiya Ewrûpayê Johannes Hahn, di rûniştina taybet a Parlamentoya Ewropayê de balkişand ser rewşa Tirkiyê û got, li Tirkiyê paşveçûna azadiya hizrê berdewam e.
Da zanîn, naye qebûlkirin siyasetmedar, rojnamevan û akademisyen di zîndanê de bin û got, ew bi gûmanan li dirêjkirina Rewşa Awarte dinerin, ku rola dadgehan nahêle û derfetên hilbijartinên dadwerane ji holê radike.
C.B