Dadgeha Tirkiyê dozeke Demîrtaş red dike

Parêzerê Demîrtaş: Zindanîkirina Demîrtaş di demekê de ku ew berbijarê Serokatiya Tirkiyê ye, yasayan û mafên mirovan binpê dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berbijarê HDP ji bo serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş, xwe li Dadgeha Destûrî digire ji bo ku biryara zindankirina wî hilweşîne.

Li gorî nûçeyeke ajansa Dogan, berî niha Demîrtaş bi riya parêzerê xwe, daxwaz ji du dadgehên cuda yên Tirkiyê kiribû ku pêdaçûnê ji dosiya wî re bikin, lê herdu dadgehan bi tometa hebûna "Belgeyên bihêz li dijî Demîrtaş" doza wî red kirin.

Ev bû bêtirî sal û nîvekê Demîrtaş bi çendîn tometên cuda di zindanê de ye, ew aliyên ku doz li dijî Demîrtaş vekirine, daxwaza sepandina sizayeke giran li ser wî dikin ku ji 142 sal zindanîkirin pêk tê.

Parêzerê Demîrtaş dide xuyakirin, ku zindanîkirina Demîrtaş di demekê de ku ew berbijarê Serokatiya Tirkiyê ye, yasayan û mafên mirovan binpê dike.

N.O