Rûsya: Em ji bo rewşa başûrê Sûryê li bendî Amerîka ne

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxwaza vekişana tevahiya hêzên nesûrî ji navçeyên başûrê Sûryê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov îro di kongirkî rojnemevanî de ragihand, ku Urdinê pêşinyar kiriye civînek derbarê Sûrya di navbera Amerîka, Rûsya û Urdinê de, li ser astê wezîran li Emmana paytexta wî welatî bê lidarxistin.

Mikhail Bogdanov diyar kir, ku niha ew li bendî Amerîka ne ji bo destnîşankirina demekê ji wê civînê re, daku rewşa başûrê Sûrya û agirbesta li wê navçeyê gotûbêj bikin.

Bogdanov tekez jî kir, ku valahiya li ser wê xeta sînorî, wê bihêle ku çekdarên tundrew li wir kom bibin, ji ber vê yekê jî pêwîst e bi tenê hêzên artêşa Sûrî li wê navçeyê belav bibin.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov daxwaza vekişana tevahiya hêzên nesûrî ji navçeyên başûrê Sûryê kir û got: Ew li ser vê mijarê pêwendiyên berdewam li gel Amerîka û Urdinê dikin.

Di beramber daxwaza Lavrov de, peyvdarê wezareta derve ya Îranê, Qasim Silêmanî ragihand, ku hêzên xwe ji Sûryê nakişînin, madem Hikûmeta Sûryê daxwaza alîkariyê ji wan dike.

N.O